Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, got ku biryara helwasînê di beşdarîkirina danustandinên Jinêv de yên derbarê Sûriyê hat, wek rêzgirtinekê ji xwîna sûriyan re, ew xwîna di kiryarên bombebarankirinê de li ser destê rêjîma Esed û dûvelankên wê hatî rijandin, herwiha weku rêzgirtin ji bona xelkên ji birçîna dibin dorpêçkirinê de dimirin, û yên di bin eşkence û lêdanê de hatin kuştin.
Herwiha di çavpêketineke rojnanevanî de, roja şembiyê li bajarê Xazî Entabê, digel heryek ji şîretkara Almanî Encêla Mêrkel û serokwezîrên Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglo, di serdana du kampên penaberan de, Hicab got: “bi dirêjahiya du salan karên kuştinê ducar zêdetir bûne, her ji dema wergirtina Dîmestora postê şanderê navdewletî yê taybet bo karubarên Sûriyê, tevî zêdebûna hejmara gund û navçeyên dorpêçkirî”.
Hicab bêzariya desteya bilind li hember pêşneketina fayîlê mirovî û nepabendbûna bi agirbestê anî ziman, û lewra wê pişkdariya xwe bi fermî di danustandinan de sekinanad.
Jêder: wekalat