Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi tundî armanckirina duhî bişev, ji nexweşxaneya “Elqudis” re, ya li taxa Elsikirî li Helebê şermezar kir, ku têde bêhtir ji 30 kesî şehîd bûn û di nav wan de pizîşkê zarokan yê dawî li bajêr maye yê bi navê “Ebû Ebdulrehman”, û pizîşkê dinanan ” Ebû Elyeman”, û hejmarek ji karmendên pizîşkî, tevî hejmarek ji zarokan û birîndarbûna hejmareke din.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes El’ebide, di destpêka civîna desteya siyasî de ya xula 28 an de got ku “kuştarên rojane yên di heftiya bûrî de li Idlib û Heleb û Şamê, di derheq sivîlan û karmendên Bergiriya Sivîl û pizîşkan hatîn kirin; bi xwe mezintirîn belge ye ku ev rêjîma tawankar danpêdanê bi çareseriya siyasî nake”, û amaje kir ku rêjîm hêjî berdewam û rijde li ser siyaseta têkşikandin û berbestkirina çareseriya siyasî, û li ser çareseriya leşkerî bi alîkariya heryek ji Rûsiya û Îranê kar dike.
Dîsa serokê Hevbendiyê amaje kir ku rêjîmê kar kir ji bona ” binaxkirina agirbestê” ku rêjîm di mawê agirbestê de nêzîkî 30 komelkujiyan û zêdetir ji 2500 binpêkirinan pêk anîn, û 165 binpêkirin ji aliyê hêzên Rûsya jî hatin encamdan, û civaka navdewletî bi hîç karvedanekê li hember vê yekê ranebû.
El’ebide hişyarî da ku şoreşa Sûriyê niha li ser hemû astan rastî rûbirûyan dibe, hêvî xwest ku civîna desteya giştî ya Hevbendiyê bikaribe karnameyek giştgîr deyne ji bona karê hemû endamên Hevbendiyê û dezgehên wê yên cêbicêker, ji bona rûbirûbûna dijberiyên li rastî gelê Sûriyê tên.
El’ebide bal kişand ku hin aliyên navdewletî yên kartêker hewl didin ji bo jirêbirina şoreşê ji armancên wê yên rasteqîn, herwiha ku hin hewl hene ji bona dizîna armancên serekî, hevdem bal kişand ku ji Hevbendiya Niştimanî û hêzên şerker û gelê Sûriyê xweragirî ji her demeke bûrî bêhtir tê xwestin, ji ber ku îradeya resteqîn ew îradeya gelê Sûriyê ye û bi xwerageriyê wê şoreşa Sûriyê bi ser bikeve û bigihêje armancên xwe.
Herwiha ku di rojeva civîna desteya giştî ya Hevbendiyê de ya ku wê sê rojan berdewam be, mijara dirustkirina kabîneyeke nû ya hikûmeta demkî li navçeyên rizgarkirî heye, ya ku bi pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên rizgarkirî rabe, tevî mijara zêdekirina rêjeya nûnerayetiya jinê di Hevbendiyê de, û tevlîkirina çendîn hêzên leşkerî û yên şoreşgerî yên nû di nav rêzên Hevbendiyê de.
Jêder: Hevbendî