Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Xalid Xoce, diyar kir ko nehêlana Emerêka ji çêkirina Herêmên Aram re li Sûriyê, meydan ji tewera Îranî-Rûsî re vekir û rê li ber sûde-wergirtina ji helwesta Emerîkî vekir, da Sûriyê û Herêmê bi tevayî têkin bin kontrola xwe.
Xoce got ku Fermanberiya Emerîkî xwe bi şêweyekî da xuyakirin wek ku pişta xwe daye Rojhilata navîn, ji ber helwesta wê ya neyênî der barê kêşeya Sûriyê, û bal kêşand ser ko kontrola Rûsî sala 2013an li Herêmê zêdetir bû, gava ko Mosko navgînî ji bo çekên kîmawî di navbera dewletên Rojava û Rêjîma Esed de kir
Her wiha Xoce pabendiya bi çareya siyasî tekez kir û got:” Rêjîma Esed veguhêza siyasî red dike, di vê rewşê de jî nabe ko mirov li ser çareseriya siyasî li Sûriyê bipeyive, giring e civaka Navdewleî Esed mecbûrî rûniştina maseya danûstandinan bike, çi bi hêza çekdarî an bikaranîna fişara diblomasî be.”
Jêder: Enadol