Duhî û li danê sibehê hêzên Esed dibîstaneka keçan li Kirnaz ya ser bi gundewarê bakurê Hemayê ve bi mûşekan armanc kir, ku têde 10 zarokan jiyana xwe jidest dan û yên birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneya Elsiqêlbiya ya niştimanî, û di dema ku Hevbendiya Niştimanî behî û sersaxiyan pêşkêşî kesûkarên wan qurbaniyan dike, hevdem tekeziyê dike li ser “pirotistokirina her tawankarî û kiryareka li dijî Sivîlan û bi taybetî li dijî zarokan”, û li gor pêzanînên navenda Hema ya nûçevanî : hêzên rêjîmê riyên hatûçûnan girtin û rê nedan kesekî ku nêzîkî cihê bûyerê bibe. Hêjayî gotinê ye ku îro û di daxuyaniyekê de berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bitundî rawestiya li ser ku” armanckirina Sivîlan kî encamderê wê be yanjî çi armanca wê be dikeve di lîsteya tawanên cengê de, û pêwîst e encamderên wê bêne dad kirin li pêşiya dadgeheke durist”. Têzanîn ku Elmislit berê jî di daxuyaneke xwe de weha gotibû ” berdewamiya tawanên rêjîmê û nemaze armackirina qutabxane û nexweşxaneyan, pêwîstiya wê bi helwesteke navdewletî ya kartêker û vebir heye, û pêwîste hemû dûr bikevin ji gotin û navlêkirinên ku nakevin di çarçoveya çarseriya giştî de û yanjî nekevin di xizmeta rawestandina xwînrijandina miletê Sûrî de, û daxwazên gelê Sûriyê di azadî û dîmokarsiyê de dabîn nekin”. Hêjayî gotinê ye ku armanckirina qutabxaneyan ya berdewam ji aliyê Hezên Esed, dikeve di çarçoveyê pilaneka peyrewkirî de bo tirsandina welatiyan bo neşandina zarokên xwe bo xwendingehan bi armanca belavkirina nezaniyê, wek tolvedanekê ji paşeroja Sûriyê .
Jêder: Hevbendî