Artêşa Sûrî ya Azad di daxuyaniyeke derçûyî de ku derdora 50 beşên leşkerî di Artêşa Azad de kar dikin û ji wan jî “Cêş El – Islam” li ser emze kirine erêkirina xwe li ser civîna bi berpirsin Rûs bo hevrêziyê û gotubêjkirina têkiliyên wan bi hev re nefî kir.
Di daxuyaniyê de hat:” Em tiştê ku li ser civîna bi berpirsên Rûs re li paytexta Imaratê (Ebû Zebî) hatiye ragihandin ji kokê de nefî dikin”. Û berdewam kir:” Ne mumkin e, em bi Rûsan re di bin siya dagîrkirina wan ji Sûryayê re û armanckirina sivîl, nexweşxane, û wargehên Artêşa Sûrî ya Azad re rûnên”.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku mebesta Rûsan ji belavkirina van gotinan “Jihevxistin, xircir, wendakirina raya giştî, û baldûrxistina ji ser tawanên wan” e.
Artêşa Azad soz da ku şer berdewam bike” Ta Sûrya ji qirêja dagîrkeran bi hemû cureyên wan, komên çete û tawankar yên Esed, û ji tirora Daişê paqij bike”.
Jêder: Hevbendî – Toreya. Şam