Dîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe ya tekûz ji qehremanên Artêşa Sûrî ya azad re tekez kir, û xweragiriya wan li dijî êrîşên rêjîma Esed û dagîrkerên Rûsî û milîtanên Îranî yên tirorist bilind nirxand, û tekez kir ko bêguman rizgarkirina tevaya xaka Sûriyê dê pêk were.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de doh derket Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko Şoreşgerên Der’a careke din û ji ber bi hev re yekdest in û bi pirinsîbên Şoreşê û hêviyên miletê Sûrî pabend in, ew dê karibin tiroristiya Esed û dagîrkerên Îranî û Rûsî têk bişikînin.
Hevbendiyê bal kêşand ser ko ev pêşvebirinên dawî yên li Der’a çêbûn, piştî gelek caran binpêkirinên peymana agirbestê bûn, ji aliyê hêzên Esed û milîtanên Îranî yên tirorist û her weha ji hêla Rûsya ya ko Hevbendî wê dibîne piştgiriya tiroristiyê dike û sîwana siyasî jêre payda dike, û erêkên xwe wek dabînker ji agirbestê re ya ko li Enqerê 29.12.2016ê imze kiriye mandel dike.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ko Serkeftina li taxa Elmenşiyê li Der’a û herêmine din pêkhat, diyar dike ko hemû hewildanên lîstikên dijî viyana miletê Sûrî dê têk biçin. Û çarenivîsa me ne li Rûsya û Îranê tê danîn, lê belê li Sûriyê û li ser xaka wê û bi destê zaroyên wê.
Hevbendiya Niştimanî berdewam kir û got: “erkê civaka navdewletî ye ko yekser bi perpirsiyariyên xwe rabe û bi lez pêrabûnên ko jiyana sivîlan biparêzin li gora rewaya navdewletî bikin, û nehêlin tawankariyên cengê bibin di derheqê milet de li ser destê rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin, û gerek çareseriyeke siyasî ya daddar feriz bike û şerê hêzên tiroristî bi hemû coreyên wê ve û ya pêşî rêjîma Beşar û milîtanên mezhebî bikin”.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê