Firokên şer yên Rûsiya rabûn bi encamdana çend êrîşan bi çekên qedexekirî li ser navçeyên nişteciyan li gundewarên Hema û Idlibê, û têde hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev yek dît”piştgiriyek berdewam ji terora rijêma Esed”re.
Û li gor gotinên çalakvanan, duhî roja yekşemê li bajarê Me’eret Elnu’man hejmarek şehîd û birîndar ketin ji encama êrîşên firokên Rûsiya û bombebarankirina malên hemwelatiyan bi “fisfora spî” û bombeyên weşî yên qedexekirî, û gotin ku bajar û bajarokên Bisîda û Seraqib û Sermîn û Xan Şîxon û derdora bajarokê Aldêr Alşerqî û Bisamis û Hibiş û Mi’ret Hirma û Şêx Mistefa û gundê Elşixir ji alyê firokên Rûsiya bi “fisfora Spî” hatin bombebarankirin û têde hejmarek şehîd û birîndar ketin.
Çalakvanan ji gundewarê Hema tekez kirin ku firokên Rûsiya rabûn bi bombebarankirina bajar û bajarokên Kefrzêta û Elletanimê û Soran û Hilfeya û herdu gundên Liheya û Mi’erdis û Tilbizam û derdora gundê Mi’han li gundewarê bakur bi “fisfora spî” û bombeyên weşî û napalim û têde bi dehan sivîl birîndar bûn.
Herwiha ji aliyê firokên Rûsiya komelkujiyek hatibû pêkanîn û têde zêdetir ji 20 sivîlan hatibûn şehîdkirin û tevî bi dehan birîdaran ku piraniya wan jin û zarok bûn, ji encama çend êrîşan li dijî bajarokê Orom Elcoz li roja şembiya bûrî di 8’ê nîsanê de.
Ev êrîş tên piştî mûşekbarandina firokxaneya Elş’êrat ji alyê gemiyên cengê yên Amerîka, ji ber ku firokên Rijêmê ji wê firokxaneyê rabûn, û komelkujiya bajarê Xan Şîxon bi çekên kêmyayî pêk anîn, û nêzîkî 100 sivîlan têde hatin kuştin û zêdetir ji 400ên din hatin birîndarkirin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî di daxuyaniyekê de bombebarankirin û kuştarên Rijêmê û piştevanên wê şermezar kirin, û daxwaza dirustkirina hevpeymaniyek navdewletî kiribû ji bo bidawîkirina Rijêmê û ferzkirina çareseriyek siyasî ya dadperwer bi sercem awayên wê tevî Rijêmê û milîsên mezhebperist û hevdem berpirsyaretiya dagîkariya û wêrankariya li Sûriyê xist stûyê Rijêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî