Nîkî Hayilî balyoza Emerîkî libal Netewên Yekbûyî anî ziman ko çi karînên dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê nîn in tako Beşar li ser desthilata Sûriyê be.
Heyilî di hevpeyivîneke tilivizyonî de roja yekşemê digel qenala CNN got ku ew bawer e wê rêjîma Esed birûxe û balyoza Emerîkî ya libal Netewên Yekbûyî berdewam kir û got her kesî nas kiriye ko “çi paşeroj ji Sûriyê re nîn e eger Esed di desthilatê de bimîne”.
Hayilî got “eger hûn li kirdeyên wî binerin, li helwestê binerin, zehmet e hûn desthilatek hêmin û aram bi hebûna Esed bibînin”, gotina xwe di pirogramê de berdewam kir: “guhertina rêjîmê dê bibe, û Waşinton guhdanê li beraberiya rêkxistina Daişê li Sûriyê dike, û her weha sînorekî ji destdirêjiya têwerdana Îranî re jî deyne”.
Di heman pêvajoyê de wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo got ku divê Rûsya nema piştgiriya Esed bike çimkî ew rêzê li peymana agirbestê nagire.
Wezîrê derve yê Birîtanî Maykil falon destnîşan kir ko Rûsya berpirsiyara mirina her sivîlekî ye di êrîşên kîmawî de yên li Xan Şêxûn çimkî ew hêj berdewame di piştgiriya rêjîma Esed de.
Gotinên balyoza Emerîkî li bal Netewên Yekbûyî, di çarçova guhrtina tê hêvîkirin de bû di siyaseta Emerîkî de ya derbarê rêjîma Esed, piştî êrîşa kîmawî ya ko hêzên rêjîmê hefteya derbasbûyî li Xan Şêxûn li parêzgeha Idlib pêk anîn, û bêtir ji 100 kesan tevlî zarokan bûne qurbanî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans