Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed doz li hemû miletê Sûrî kir yên ko hêj di herêmên kontrola Esed de mane dev jê berdin, ev gotin di gereke xwe de ya li herêmên rizgarkirî ji rêkxistina Daiş got.
Fehid tekez kir ko Elesed û rêjîma wî di kêferata dawî de ne û wekû hemû tawankarên berî xwe ew jî dê ber bi dadgehan ve biçe û milîtanên mezhebperest û komên sînorbuhûrî bi biryareke navdewletî nêzîk wê ji Sûriyê derkevin
Emîndarê giştî destnîşan kir dê ji milîtanên tawankar tu hebûn tune be, bi taybetî piştî kuştin û wêrankirin kirine, diyar kir ko dadiya veguhêz û sizakirin ew bingeh e û dadgeh li benda ew kesên ko destê wan di rijandina xwîna Sûriyan de heye.
Emîndarê giştî tekez kir ko sivîl ji hemû pêkhatiyan di ewlehiyê de ne û operasiyonên tolhildanê dê tunebin, ji ber ko miletê Sûrî ji wê çandeyê dûr e. Fehed got pirojeyê netewî yê Sûrya yekbûyî ew dê mafên hemû Sûriyan bê awarte bê ko li ol û mezheb û netewa binere dabîn bike.
Di dûmahiya gera xwe de ya li herêmên ji rêkxistina Daiş hatine rizgarkirin emîndarê giştî got em ê Sûrya şaristanî û ya xwedan dîrok bi destên me hemûyan ava bikin, ji bo bibe nimûneyek ji azadî. Dadî, û dîmuqratiyê re û rêjîma zordar dê bêveger biçe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî