Dadwerê dadgeha niştimanî ya Ispanî Îloyî Bîlasko doh duşembê li avahiya dadgehê li gotinên hevwelatiyeke Ispanî, bi nijadê xwe Sûrî ye, yê ko daxwaznameyek ji dadgehê re hildabû, derbarê girtina birayê xwe yê bi şêweyekî neyasayî sala 2013 ji hêla heşt leşkerên bi ser rêjîmê ve hatibû girtin û êşkencekirin û dardakirin.
Dadwer vekolîn di gotinên dîdevanan de kir, piştî ko leşkerekî Sûrî yê cudabûyî yê bi naznavê “Qeyser” arşîfê bêtir ji 50.000 wêne ji 6000 girtî re yên ku li ser destê rêjîmê li cihin neyasayî êşkence bûne û hatine dardakirin belev kirin.
Kuştiyê kêşe ji wî ye, temenê wî 42 sal in, bi jin e û sê zarokên wî hene, di karê guhastina samanan de dixebitî û hat girtin dema karê xwe yên rojane yê belavkirina heyberên xwarinê ko ji bajarê xwe dibirin bajarê Humsê.
Parêzer Mayîtî Barîxo ya ko nûnerîtiya hevawelatiya Ispanî dike ya ji tuxmê Sûrî ye got: xwedana daxwaznameyê dilaram û vehesîne piştî ko gotinên xwe li pêşberî dadgeha Ispanî dane û hemû pêzanînên ko li dev hene yên li derdorê kuştina birayê wê radestî dadwer kirine.
Barîxo got: nivîsgeha parêzeriyê ya ko ew tê de kar dike istiratîciyek danane bi amanca piştrast bikin ko rêjîma Esed xwepêşindên aştiyane bi yekcarî qedexekirine û di encamê de girtin, êşkencekirina bêgunehan kiriye.
Parêzerê diyar kir piştguhkirina rêjîmê ji vê daxwaznameyê re sûde nake ko nehêle fermana girina navdewletî derbarê 9 kesên hatine tawanbarkirin bibe, dîsa got eger piştguhkirinê berdewam bike wêew nikaribin ji Sûriyê derkevin an jiyana xwe bi aramî berdewam bikin û tiştê bixwazin bikin.
Rêkxistinin mafnasiyê amaje bi vê pêngavê kirin ya ko dadgeha Ispanî kir. yek ji wan rêkxistina lêbuhûrîna navdewletî lê tirsa xwe diyar kir jî ko fermanin Ispanî vê dawiyê derketine yên derbarê pêrabên daxwaznameyê û gihandina dadgehkirina tawanbaran, di destnîşankirina yasayine ko parleman sala 2014ê pesend kirine ko desthilatiya dadwerên Ispanî di peyketina tawankariyên li derve çêbûne û dadgehkirina berpirsiyarên wan kêm kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans