Berdevkekê leşkerî yê Amerîka ragihand ku dihat pêşbînîkirin li binkeya Elş’îrat çebxaneyek hebe ya çekên kêmyayî ya ku di heftiya bûrî de ji aliyê Amerîka hat bombebarankirin wek bersivekî li ser bombebarankirina Xan Şîxon ji aliyê hêzên Esed bi çekên kêmyayî.
Kolonêl Con Tomas berdevkê fermandariya hêzên Amerîka li rojhilata navîn diyar kir ku armanc ji bombebarankirina firokxaneya Elş’îrat ji bo sînordarkirina karîna hêzên rijêma Esed û bikaranîna firokên barhilgir bi çekên kêmyayî.
Koçka spî encamdana êrîşên din li dijî rijêma Esed dûr nexist, û berdevkê koçka spî Şon Sibaîsir duhî got ku “Amerîka pêkanîna êrîşên zêdetir li Sûriyê dûr nake”, ûgot ku Amerîka dikare êş ú azarên gelê Sûriyê sivik bike bi rêka kontrolkirina rêxistina DAIŞ”.
Sibaysir di kongirekê rojnamevanî de diyar kir “dem tu bibîne ku zarok bi bombeyên kêmyayî tên bombebarankirin tê xwestin tu bizavê bike”, û cext kir ku bikaranîna çekên kêmyayî dibe gef li ser ewlehiya netewî Amerîka