Artêşa Niştmanî ya Sûrî û artêşa Turkyê serkeftinên giring di çarçova operasyona “Kaniya Aştiyê” de pêk anîn, û li ser çend teweran li parêzgeha Heleb û Hesekê pêş ketine, di dema ku wezareta berevaniya Tirkyê bêalîkirina 480 endamî piştî heftiyekê ji destpêkirina opereasyonê ragihandiye.
Û hin jêderên meydanî gotin ku hêzên hevbeş dest danîn ser hajmarek gund û bajarokan li derdora “Serê Kaniyê” tevlî pêşketina mezin li ser tewera “Girê Spî”.
Û doh roja duşembê, şerê ji bo destdanîna li ser bajarê “Minbic” dest pê kir, û nêzî 6 hezar şervan ji artêşa niştimanî û hêzên taybet ên tirkî ber bi bajêr de diçin, û hin çalakvanan diyar kirin ku hêzên hevbeş karîne dest deynin ser hejmarek ji gundên derdora bajêr, tevlî destdanîna ser tangeke hêzên Esed.
Û serokê Tirkyê, Receb Teyib Erdogan, di daxwiyaniyin xwe de îro sêşembê, diyar kir ku operasyona “ Kaniya Aştiyê” rûbereke nêzî 1000 K.M2 ji milîtanên PKK û PYD pak kiriye, û bal kişand ser ku wê operasyon bê kêmkirin berdewam bike, û herweha got : “ Em ê di demeke kurt de devera ji Munbicê ta bi destpêka sînorê xwe yê bi Îraqê re dabîn bikin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî