Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde nameyek ji serokê Tûnisê yên hilbijartî Qeys Seîd re şand, tê de pîrozbahiya wî kir bi helkefta serkeftina wî di hilbijartinên serokatiyê de, û hviya serkeftinê di karê wî yê nû de jê re kir, û ev “nimûneya şaristanî” ya li Tûnisê diyar bû pîroz kir.
Elebde di nameya xwe de got “Em pir şahnaz dibin dema em dibînin pirinsîbên dîmuqratiyê bi vî şêweyê şaristanî cîbicî dibe, û hilbijartin bi azadî pêk tên.‘’
Baweriya xwe anî ziman ko Tûnis bi serpereştiya xwe ya nû dê bi roleke xuyanî rabe, wek endam di civaka Erebî û ya navdewletî de.
Li ser peywendiya navbera herdu miletan, yê Sûrî û Tûnisî, û rola Tûnis di piştgiriya şoreşa Sûrî de, tekez kir û got: ‘’ Herdem komara Tûnisê piştgir bû ji tekoşîna miletê Sûrî re, ji bo azadî, rûmet û dadweriyê bidest bixe, û herweha miletê Tûnisê di şoreşa xwe de ji me re pêşeng bû. ‘’
Hevbendiya Niştimanî got ku ew bizavê dike bo xurtkirina peywendiyên navbera wan û komara Tûnisê de, û hêvî kir ko her û her Tûnis piştgiriya kêşeya miletê Sûrî dike, ta ko bigehê çareseriyeke siyasî li gora biryarên navdewletî yên peywendîdar, û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî