Sê sivîl ji aliyê milîtanên PYDê ve hatin kuştin û çar kesên din jî hatin birîndarkirin, berî ku ji gundê “Ebû Kraya” yê li gundewarê Girê Spî derkevin.
Xizmên qurbaniyan ragihand ku “Aziz Hesen al-Hemadi yê 50 salî, Mehmûd Hesen al-Hemadi yê 30 salî, û Rajab al-Hemadi yê 60 salî ku kocberên gundê Slîb Qeran bûn, ji hêla PYD ve hatin kuştin, ji ber ku red kirin otomobîla xwe radestî wan bikin.
Çalakvanên ji bajêr gotin ku milîtanên PYD gulebaran li heft kesan kirin, û otomobîla wan dizîn, sê kes hatin kuştin û çar kes hatin birîndarkirin, ku du ji wan di doxeke giran de ne.
Herweha gelek kes hatin kuştin ji ber mayîn û teqemeniyan yên ji hêla milîsên PYD ve hatine danîn, berî ku derkevin û çalakvanan got ku “Ehmed Hesen El-Mihemed” ji gundê “Mişirfa abû Camis” yê Girê Spî ji ber teqîna mayînekê hate kuştin.
Ji destpêka operasyona kaniya Aşitiyê, ji aliyê PYDê destdirêjiyên giran li dijî sivîlan hatine pêkanîn, û ew binpêkirin zêde dibin di van salên dawî de, ku piraniya wan bi raportên navnetewî yên mafên mirovan hatine belgekirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî