Zankoya Elşam ya navdewletî li bajarê Ezaz li gundewarê Helebê yê bakur, derçûna koma yekem ji şagirtên xwe ragihand, bi amadebûna wezîra perwerde û fêrkirinê ya desthilata demkî Dr. Huda Elîsa û çend wezîr û emîdê kolîca Bijîşkî ya zankoya Helebê ya azad, û serokê desthilata demkî yê berê Cewad Ebû Heteb.
Zanko piştgiriyê ji desteya hawarhatinê ya mirovî Tirkî werdigire (IHH) li gor daxuyaniya ji navenda hevrêzkarî ya desteyê ya wilayeta Kîkîs li başûrê Tirkiyê derketiye, û got ku zankoya Elşam koma Şagirtên xwe ya yekem derkir, yên ko ji sala 2015/2016ê dest pê kiribûn.
Daxuyaniyê destnîşan kir ko 57 şagirt ji yekem zankoya ko li herêmê vebûye derçûne, diyar kir ko zanko 5 kolîcên wê hene, Fêrkirin, Mafnasî- Ilahiyat û zanistiyên siyasî û abûrî û zanînên birêvebirinê û endazyarî, û 1026 şagirt li wan dixwînin.
Daxuyaniyê bal kêşand ser berdewambûna di çêkirina polên xwendinê yên di qonaxa dahatî de pêdivî ne.
Daxuyaniyê gotina serokê zankoyê Ezedîn Elqedûr anî ziman ko zankoyê koma yekem derkir tev ko gelek zehmetî dîtin.
Elqedûr spasiya miletê Tirkî kir ko piştgiriya zankoyê kir tako zanko giha vê astê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî