Razgirê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî damezirandina “Artêşa Yekem” Li Eniya Başûr – li Der`a û Qunêtra- û yekkirina hêzan li Qelemûn wisa binav kir:” Gavin şehrezayî ne, dikarin jiserxweçûna Esed neçar bikin ku serê xwe ji çareseriya siyasî re bitewîne, nemaze ku rastbîna rûdanên li Sûriyê dane zanîn ku hêza li ser erdê xurtirîn bandorê li danustendinên çareseriya siyasî dike “.
Razgirê Giştî dît ku: ” Artêşa Yekem binyadek rasteqîne ye bo sazîkirina karê leşkerî li Sûryayê, û giringtirîn nîşan e ji serkeftina şoreşgeran re di veguhestina yekîne û alayên leşkerî ji rewşa wendabûn û belavbûnê ber bi qonaxa rêxistin û kevalkirin û sazîkirina leşkerî “.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Herîrî ev gav pîroz kirin û got:” Ew ji bo rawestandina xwîna millet e, û gaveke ber Şamê ve ye”. Û destnîşan kir: ” Çi xemsarî îroj di yekkirina hêzan de, tê wateya ku em di kuştina Sûriyan de beşdar in “.
Jêder: Hevbendî