Birayar e ku îro Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî civîna xwe ya ku ji du rojên bûrî de lidarxistiye bidawî bîne, û biryar e ku îro desteya giştî desteyeka serokayetiyê ya nû bo Hevbendiya Niştimanî helbijêre, piştî ku duhî guhdarî li bernameyên helbijartinê yên berbijaran kirin. Hêjayê gotinê ye ku di maweyê sê rojên bûrî de di civîna Setembolê de, endamên desteyê gengeşe li ser dawîtirîn pêşhat û pêşdeçûnên meydanî û siyasî yên li qada Sûriyê kirin, nemaze destpêşxeriya Rûsî û pilana şanderê navdewletiyê Netewên yekgirtî Dî Mîstora, herwiha gengeşekirina encamên serdanên vê dawiyê yên serkirdayetiya Hevbendiyê bo heryek ji Qahîre û Elriyad. Tevlî gengeşekirina sîstema bingehîn û pêwendî û hevkêşeyên navxwe yên rêkxer di navbera saziyên Hevbendiyê de .
Jêder: HevbendÎ