Artêşa Azad dest danî ser Herêmên Elmubecel û parek mezin ji Herêma Elmenaşir li Helebê, ew jî piştî şerekî tund bi hêzên Esed re yên ko Çeteyên Tirorist yên derve piştgiriya wan dikirin, di encamê de bi dehan leşkerên Esed û Çeteyên Hizbullaha tirorist û hin Çeteyên din hatin kuştin.
Herweha Ravekar dibêjin giringiya Herêmên Elmubecel û Elmenaşir ew e ko dikevin nêzîk Muxeyyem Henerat, yê ko Hêzên Esed bizava standina wî dikirin ji ber ku cihekî istiratîcî ye. Di tewerekî din de Nûçevanê Elcezîre got Dêyek û du zarokên xwe hatine kuştin û çend kesên din li bajarokê Kefer iweyid li Gundewarê Idlibê, di encama bombebarankirina tund ya Firokên Esed li ser xelkên Sivîl hat, yê Nûçevan da xuyakirin”bombebarandinê Gundên Temani’a û Kun Sefra û Dêr Sinbil li Gundewarê Idlibê amanc kirin, û gelek wêranî li pey xwe hiştin.”
Jêder: Hevbendî