Artêşa Azad hin Cîgehên Hêzên Esed li qiraxên Taxa Cobera Şamê teqandin, di encamê de 10 leşker kuştin. Herweha şerekî tund di navbera her du aliyan de çê bû,têde hin ji leşkerên Esed hatin kuştin. Di heman çaxî de jî Hêzên Esed Taxa Cober bi topan bomebebaran kir. Artêşa Azad jî cihên Hêzên Esed li Dareya bi mûşekên xwecihîçêkirî ji coreyê “Cehenem”amanc kirin.
Li Bakur jî Artêşa Azad Herêma Elmenaşir li Gundewarê Helebê bi tekûzî standin piştî ko doh dest danîn ser Herêma Elmicbil, herweha Aniya Şamê avahiyek ko Hêzên Rêjîmê tê de bûn li taxa Elamiriye amanc kir, di encamê de deh leşker û sê Efser li Herêma Henderat Gundewarê Helebê ji Hêzên Esed kuştin.
Herweha pevçûnin tund di navbera Şoreşgeran û Hêzên Esed de li Aniya Silêman Elhelebî û Kerm Elcebel çê bûn, Dezgeha Şehba Prês tekez kir ko şer li Aniyên Helebê û Gundewarê wê bêtir ji 50 leşkerên Esed di bîst û çar demjimarên buhirî de hatin kuştin. Herweha Tangek û gelek çekên sivik û cebilxane ji hêzên Esed standin.
Jêder: Hevbendî +Elcezîrê