Wezareta perwerde û fêrkirinê ya Hikûmeta demkî biryarek giştî weşand û têde diyar kir ku bêhinvedana navîn ya sala xwendina îsal li roja çarşemê 7-1-2015 destpê dike û heta 18-1-2015an bi dawî dibe, û li gor axaftina rêveberê fêrkirinê li Helebê, ev çende hat ji bo parastina giyanê xwendekaran. Di heman mijarê de û ji ber rakirina çendîn xêvetên bê sadetirîn alavên jiyan û aramiyê û alavên germahiyê, gelek zarok û sivîl di kampên penaberiyê hatin dorpêç kirin li Sûriya û Misr û Tirkiya û Libnan û Urdinê , û di encamê de gelek ziyan gehan penaberan di van kampan de. ku hevdem bû digel mirina zarokeka Sûrî temenê wê ji 10 salan kêmtir bû di kampekê li Navçeya Elbiqa’h li rojhilatê Libnanê bi sedema sir û seqema dijwar ya bi bahoza berfê re hat.
Jêder: Hevbendî