Ehmed Tu’ima Serokê Desthilata Demkî bang li dewletên Cîhanê kir ji bo giringiya lezgîniyê di” hewarçûna Penaberên Sûriyê de bikin da wan ji bahoza Berfê biparêzin, ya ko heta nuha 10 Sûrî ji ber hatine kuştin, bendewarî di çareserkirina ketwariya Penaberên di kampan de nayê pejirandin, û giring e bi lezgînî bête çareser kirin.” Di kongirekî Rojnamevanî de digel Sûhêr Eletasî seroka Yekîneya Hevrêziya Pitşgiriyê ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ve, ko Yekîne û Desthilat û li gora şîretên Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca Şeneyek Qeyranê pêk anîne da beraberiya bobelatên mirovî bikin, dibîne ko Sûriya dewleteke bobelatlêbûyî ye ji ber bahoza Berfê û got:
“me amadekiriya herî bilind li hemû wezaretan ragihandiye, da zehmetkêşiyê ji ser Sûriyan sivik bikin, û me ji Rêkxistinên Navdewletî xwest ko li Libnanê û Irsal û Gundewarê Humsê alîkarî bibin. Sûrî beraberiya dojeha berfê bi sînegeke tazî dikin, rewanê Huda û Kemal û ji bilî wan jî yên ko li bin sermê jiyana xwe jidest dane banga hewarê didin wijdanê we da hûn Sûriyan bê sistahî ruha bikin.”
Etasî tekez kir ko wan planeke tekûz ji bo hemû Dewletan ji berî du mehan ve şandine û tê de xwestine ku”giring e bi karên lezgîn rabin ji bo amadekariyên Zivistanê da beraberiya sermê bikin,” Eletasî û Tu’ima destnîşan kirin ko “Qeter û Siûdiyê û Îmarat û Tirkiyê dest bi dana alîkariyan kirine ji bo beraberiya Berfa ko êrîşî kampan kiriye û em hêj li benda dewletên din yên heval in da ew jî alîkariyê pêşkêş bikin. ”
Di dawiya kongirê Rojnamevanî de Desthilata Demkî û Yekîneya hevrêza piştgiriyê spasiya hemû dewletên piştgiriya Penaberên Sûrî kirin kir, û ji nav wan jî Uurdin û Libnan, ko li kêleka penaberan di” evê tengasiya mirovî de rawestiyane”
Herweha Desteya Siyasî ya Hevbendiyê û hejmarek ji endamên Desteya Giştî civîneke awarte lidar xistin, heta sibeha Pêncşemê brdewam kir, pêdiviyên gerek ji bo beraberiya bobelata mirovî gengeşe kirin herwiha rewşa Kampan piştî pêla sermê û hatina Berfê li Rojhilata Navîn ya ko çend Sûrî bi sedema wê hatine kuştin gotûbêj bûn, Herweha Desteya Serokatiya Hevbendiyê dest bi danûstandinên xurt kirin ji bo piştgiriya pêdivî dabîn bibe ji hundir û derveyî Sûriyê re ji bo beraberiya qeyranê.
Jêder: Hevbendî