Îro, roja çarşemê di civînekê de li Istembolê bi Mihemd Yehiya Mektebî Sikertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî re, serokê şanda diblomatkariya Australiya Biroton Robirtson helwestên welatê xwe li ser piştgiriya Şoreş û mafê miletê Sûriyê û bidestxistina azadî û rûmet û demokrasiyê tekez kirin.
Li aliyekî din herdu aliyan rewşa meydanî li bakur û rojhilatê Sûriyê gengeşe kirin, herwiha gengeşekirina bernamê rahênan û pirçekirina artêşa Azad yê destpêkirî piştî rêkeftina Amerîkî Tirkî.
Ji aliyê xwe ve Mihemed Yihiya Mektebî tekezî li ser giringiya piştgiriya dostên gelê Sûriyê kir li ser bîroka meşqa artêşa Azad da di paşerojê de bibe binyat bo Artêşeka Sûriya niştimanî, sînor û yekîtiya xak û miletê Sûriyê biparêze.
Herwiha Meketebî di heman hevdîtinê de balkişand ku li miyanê piroseya avakirina vê artêşê giringe mifa bête wergirtin ji 6000 efseranên cudabûyî ji rêjîma Esed.
Dîsa sikertêrê giştî tekez kir, ku rêjîma Esed û Rêxistina DAIŞê du rûyên yek diravî ne, tekezî li ser pêwîstiya dijberiya wan bi hevre kir, û diyar kir ku teror ya li vê dawiyê gihiştiye Ewropa jî jinav naçe bi dijberiya aliyekî bê dijberiya aliyê din.
Jêder: Hevbendî