Peyvdarê şanda desteya bilind ya danustandinan Riyadv Ne’isan Axa bombebarana bi tewşî ya firokên Rûsiya li ser sivîlên bakurê Sûriyê şermezar kir, nemaze li ser gundewarê Helebê ku ji danê sibehê de bidehan kes hatine kuştin.
Axa daxwaz ji Civaka navdewletî û ji NY kir ku riya kuştin û tawanan li pêşiya Rûsiya û Esed li dijî xelkê Sûriyê bigire, hevdem pirsyar kir ku gelo armanc ji vê riftara tawankarî, xistina fişaran li ser şanda danustandinkar e, yan pêkenîn û qeşmerî ye bi piroseya siyasî ya niha li Jinêv dibe û bi çavdêrên wê yên civaka navdewletî.
Axa got: “Em hatin da em ji raya giştî ya cîhanê re bidin xuyakirin ku me vexwendina navdewletî û çareseriya siyasî qebûl kiriye, di dema ku heryek ji rêjîma Esed û Rûsiya û Îranê êrîşan zaftir dikin li ser gelê Sûriyê”, û weha jî got: ” tişta îro dibe bombebarankirinek bi tewşî ya metirsîdar e li ser sivîlan, em hatine Jinêv ji bona vekirina dorpêçan ji ser bajarên biçûk, lê îro rêjîm Helebê dorpêç dike, ku ew kevintirîn bajarê dîrokî ye û 5 milyon kes têde dijîn, û bi piranî hatine koçbarkirin”.
Axa daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi erkê xwe rabe, nemaze piştî erêkirina opozisyonê ji Jinêv re, tevî birîn û bobelatan, em ji civaka navdewletî dixwazin ku bihêlin zarokên me bijîn û ji rêjîma Esed re bêjin: kuştina gelê Sûriyê bes e “.
Herwiha Axa tekez kir ku rêjîma Esed teror li navçeyê peyda kir û “gelê Sûriyê ne xelkek terorîst e û doza wî jî doza miletek bindest li dijî rêjîmek zordar e”.
Hêjayê gotinê ye ku firokên Rûsiya êrîşên dijwar dibin li ser gundewarê bakurê Helebê, û bi awayekî sereke taxên sivîlan û gund tên armanckirin, ku bajarê E’ndan her ji duhî ve rastî êrîşên dijwar dibe û heta niha 16 kes ji jin û mêran hatine şehîdkirin û tevî bidehan birîndar ku bi piranî jin û zarok in”, herwiha bi sedema êrîşeka Rûsî li ser navçeya Goristana Ingilîzî li nêzîk bajarokê Kefirhemre li gundewarê bakurê Helebê, sê sivîlên aware hatin kuştin ku di nav de jinek û zarokek hebûn û 15 kesên din hatin birîndarkirin.
Jêder: Hevbendî