Xwepêşanderên bajarê Siwêda û gund û bajarokên ser bi wê ve, mangirtinên xwe yên rojane yên ji berî bêhtir ji çar heyvan de ne berdewam dikin, û têde tekezî li ser daxwazên guhertina siyasî û cîbicîkirina biryarên siyasî kirin.
Û xwepêşanderan li bajarokê Elgariya li başûr-rojavayê Siwêda êrîşî avahiya firqeya partiyê Be’is kirin, û wêneyên Beşar Esed çirandin, û ji ser dîwaran wêne û pankartên girêdayî partiya Be’is hilkirin, wek beşekî ji pêngavekê ku berî bi demekê li bajarokên: Imtan û Um Elruman û Selxed dest pê hatibûn kirin.
Û xwepêşanderan di tevgera xwe ya rojane de cextî li ser daxwazên xwe yên sereke di rûxandina rijêmê de û bidawîkirina desthilata stemkar di nav bangên azadî û guhertina siyasî û dadmendiya civakî û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 kirin.
Tê zanîn ku duh roja duşemê çalakvanên tevgera aştiyane li bajarokê Selxed ji tevaya deverên parêzgehê xwestin ku beşdariyê di xwepêşandeneke aştiyane ya mezin de îro sêşemê bikin, û cextî li ser tevgera aştiyne li parêzgehê kirin.