Di demsala heca îsal de, ya ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî rêveberiya wê dike, Komîteya Hecê bexşdaneke padîşahî bo hecacên sûrî ji Xizmetkarê Herdû Perestgehên Pîroz wergirtibû, û di vê pêvajoyê de, doh roja înê, balafireke taybet ji bajarê Hatay yê Tirkî hecacên sûrî yên ku bexşdana padîşahî gihiştibû wan veguhestin hecê.
Û li gor daxwiyaniya endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî doctor Bedir Camûs, ew bexşan ji bo 200 hecacî bû, û diyar kir ku beşê mezin ji bexşanê ji bo hevjîn û dayik û bavên şehîd û girtiyan hetibû terxankirin, û hêvî ji xweda kirin ku heca wan bipejirîne û dilovan be bi şehîdên şoreşa me re.
Û doctor Camûs spasiya Xizmetkarê Herdû Perestgehên Pîroz kir, û helwestên rûmetdar ên Erebistana Siûdî yên piştgiriya şoreşa sûrî û gelê wê yê tûşî kirêtirîn tewanan dibe, li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê û milîsên Îranî yên pê re hevkar in, bilind nirxandin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî