Îro roja şemiyê 10-8-2019 li bajarê Ezazê li Bakurê Helebê, motosîklekî bombekirî hat teqandin, di encamê de sivîlek hat kuştin û 6 kesên din birîndar bûn.
Çalakvan Ehmed Elhûseyn ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna motorsîklekî bombekirî de li hindirê bajêr sivîlek hat kuştin û 6 kesên din birîndar bûn, û hemû veguhestin nexweşxaneyên bajêr.
Her wiha Elhûseyn got ku amanca kuştina sivîlan ew e , belavkirina bêserûberiyê û tirsandina xelkê, bi taybetî ku berî cejna qurbanê ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî