Balyozxaneya Sûrî li Dewleta Qeterê, Komcivînek derbarê tawanên dermafê nexweşxaneyan li Sûriya û Gezayê li ser destê rijêma Esed û dagîrkerê Israîlî pêk tên li dar xist, û di dumahiya komcivînê de daxwaza sizakirina tawankaran hat kirin.
Û ew komcivîn ji hejmarek nûnerên revenda Sûrî û Erebî û pizîşk û akadîmisyen û şêwirmendên di warê mafnasî de pêk dihat, bi amadebûna Karspartiyê Rêvebirina Balyozxaneya Sûrî li Qeterê Dr. Bilal Tirkiyê.
Û Komcivîna mafnasî bi sernavê: “Dema ku nexweşxane bibin armanc… ji Helebê heta Gezayê” bû, çend mijarên girîng têde hatin gotûbêjkirin, wek ketwarê armanckirina sektora bijîşkî li Sûriya û Filestînê, û aliyên yasayî û mafnasî yên van armanckirinên rêbazkirî yên ku bimebest li dijî nexweşxane û navendên pijîşkî tên pêkanîn, û divê tawankarên wan siza bibin, her weha behsa berpirsiyariya rêxistinên navdewletî di parastina van dezgehan û xebatkarên wan de, û wekhevbûna tawanên ku li Sûriya û Filestînê pêk tên hat kirin.
Û Serokê Kombenda Bijîşkî ya Sûrî li dewleta Qeterê D. Mihemed Minejid, buyer û dîmenên zindî yên bijîşkên Sûrî yên ku dema operasyonên armanckirinê bi erkê xwe li curbecur deverên Sûriyê radibûn, û êrîşên ku hêzên rijêmê birine ser bajar û bajarokên Sûrî ji komcivînê re şirove kirin, her wiha bûyerên komkujiya kîmawî ya sala 2013 ya ku bû sedema şehîdbûna nêzîkî 1400 kesî di rojekê de, û wêneyên wan mîna yên ku em îro li Gezayê temaşe dikin in.
Û Minejid navên komek ji bijîşkên ku di dema bi erkê xwe radibûn de li ser destê hêzên rijêmê şehîd ketine, bibîr anîn.
Û ev Komcivîna Mafnasî hevdem li gel bûyerên li Sûriyê û Gezayê çêdibin, û binpêkirinên mezin li dijî cihên tenduristî pêk tên, li dar dikeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî