Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, doz li Civaka Navdewletî û Komeleya Navdewletî ya ji bo vekolînê di bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê kir “ karên pêdivî bikin ji bo rawestandina Esed û sizakirina wî ji ber tawana bikaranîna wî ji çekên kîmawî û xazên jehrînî re ,ji ber ku wî xaza kilora jehrîn roja sêşembê li taxa (Cober) ya Şamê û taxa (Bala)ya xûta rojhilat bi bikar anî ”. Elmislit hişyarî da ji ber bêdegiya Civaka Navdewletî li ser tawankariyên mirovî û got: “ev tawanên ku di bin siya bêdengiya Civaka Navdewletî de dibin, wê bobelatan bi ser gelê sûrî de bînin, ew miletê ko baweriya wî bi hemû hevalên Sûriyê û bi Civaka Navdewletî rojbiroj kêm dibe, ew bi cûreyekî ji cûreyan dikeve bercewendiya Rêkxistina Dewletê, ji ber pirbûna belavbûna wê li ser xakê û zêdebûna kesên xwebexşên ku tevlî wê dibin, hemû wê wek ruhniyeke kesk be li ber Esed da di tawankariyên xwe de berdewam be. ”
Herweha Berdevkê Hevbendiyê got ko “bikaranîna çekên kîmawî binpêkirine ji biryara Encûmena Asyişa Navdewletî ya 2118 re, ya ji bo nehêlana bikaranîna çekên kîmawî û xazên jehrîn, çimkî ev biryar ji gava ko derketiye bêtir ji 30 caran hatiye têperandin.”
Tawankariya cengî ya ko Beşar Elesed di dermafê sivîlan de kiriye li gora ko Elmislit dibêje 11 sivîlan bi bihnçikandinê jiyana xwe ji dest dane, ev êrîş hat piştî ko Rêjîma Esed 70 kuştî û bi dehan birîndar ji hêzên xwe jidest dan, ji ber ko wan hewl dan wê Herêmaê bidest xwe ve bînin.
Jêder: Hevbendî