Hevbendiya Niştimaniya Surî bi gotinin pir dijwar ” Bêdengiya navdewletî li ser tawanên rojane yên berdewam di dermafê Sûriyan de ji hêla rejîma Esed şermezar kir, her wiha ew wek ” Kaniya rasteqîne ji terorê re di Sûriyê de” binav kir. . Li gorî navenda Heleb ya ragihandinê balefirên Esed doh bermîlên teqîner bi ser devera( Muwaselat Qedîme) ya di nav Taxa Elşe´ar li parêzgeha Helebê avêtin, û di encamê de bêtir ji 20 sivîlan jiyana xwe jidest dan û bi dehan jî birîndar bûn, rewşa hinan ji wan di metirsiyê de ye, û ew guhestin nexweşxaneyên meydanî yên nêzîk.
Her wiha îro berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit di daxuyaniyeke çapemenî de haydarî dabû ku ” Rijêma Esed wê di sûdewergirtina ji hilmeta hevpeymaniya navdewletî berdwam be, bo çavan li ser van tawanan bigire û wan gurtir bike, bi armanca belavkirina tevliheviyê û şikandina viyana şoreşgeran”.
Her wiha Elmislit ragihand ku “Biçekkirina Artêşa Azad di heman dema avêtina derbeyên leşkerî bi ser navendên rejîmê û “Daiş” bi hev re , dikare êş û azarên sivîlan rawestîne, û kaniya ku tirorê der dike zuha bike”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra mercin bo serketina hêzên navdewletî di qirkirina “Daiş” de danîbûn, ji wan (Hebûna hêzin li ser zemînê şerê ” Daiş” bikin di heman dema derbên asîmanî yên ku hêzên Hevpeymaniyê pê radibin,ji bo dagirtina wê valahiya ku wê piştî vekişadina “Daiş” ji hin deverên ku di bin destên wê de ne çêbibe. Ji ber vê yekê divê hevrêziyeke tekûz di oprasiyonên asmîmanî û yên bejî de, di navbera hêzên hevpeymaniyê û Aartêşa Azad de li ser zemînê hebe, bo tunekirina tirorê û sedemên wê.
Giringtirîn hêman di rewşa Surî de hebûna rêjîma Esed e, ya ku tiror anî deverê, û ew weke alavekê bo zeftkirina desthilatê bikar anî, ev jî ji ber ku di wê gumanê de bû ku civaka navdewletî wê wî ji ” Daiş” bêtir bipejirîne, her wiha Behra di hevdîtina xwe de bi ajansa “Anadol” re tekez kir ” ji aliyê me ve em herduyan napejirînin, û em karin pêşeroja Sûriya azad û Sûriya ku derfeta pêşerojeke geş ji hemû pêkhatî, regez, milî, ayin û olên wê re hebe saz bikin”.
Jêder: Hevbendî