Hevrêzkarê Girûpa Karê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, tekez kir ko guncandina kesên xwedan pêdiviyên taybet bi civaka bakurê Sûriyê re erkekî exlaqî û pêwîstiyeke lezgîn e ji bo avakirina civakeke yekgirtî û hevtemamker a ku nirxê mirovî yê tevaya endamên xwe diparêze û sûdê ji karînên wan werdigire.
Bekûra dît ku ev guncandin warên aborî û civakî li xwe digre, û bi gelek aliyên jiyanê re têkildar e, wek perwerde û rahênana pîşeyî û karmendî û beşdariya civakî.
Bekûra amaje bi wê yekê kir ku girngîdana pêşxistina bernameyên perwerde û hînkirinê yên taybetmend, dihêle ku kesên xwedan pêdiviyên taybet karînên pêwîst ji bo beşdarbûna aktîv di bazara kar de bi dest bixin, û derfetên wan ji bo bidestxistina karekî ku li gorî şiyan û karînên wan be zêde dike, û amaje kir ku peydakirina jîngeheke guncav ji kar re saziyên karta taybet û ya giştî han dide li ser destpêşxeriyên peydakirina derfetên kar bi awayekî giştgîr û wekhevî .
Bekûra anî ziman ku birîndarên cengê li bakurê Sûriyê beşeke mezin ên civakê ne, û daxwaz kir ku pêwîste giringiyek taybet ji hewcedariyên wan re were dayîn ji bo guncandina wan bi civakê re di warê aborî û civakî bi awayekî ku rêz li fedakariya wan were girtin û bibe alîkar ji bo saxbûna laş û derûna wan.
Bekûra cext kir li ser ku nehiştina sînor û astengiyan li pêşiya kesên xwedî pêdiviyên taybet, gaveke girîng e ji bo bidestxistina civakeke xwedan lêbûrîn û hemereng, ji bo vê yekê jî pêwîstî bi xebateke hevpar a saziyên fermî, rêxistinên sivîl, sektora taybet û civaka sivîl heye, ji bo belavkirina hişyariyê û guhertina rewşa negatîv a naskirî.
Bakûra da zanîn ku bi xebata tevayî em dikarin pêşerojeke wekhev û berfireh ava bikin, ku tê de her kes li gorî tiştên ku ji civakê re pêşkêş dike bête hembêzkirin û nirxandin, guncandina kesên xwedan pêdiviyên taybet bi civaka Bakurê Sûriyeyê re berpirsyariyeke hevpar e ku pêwîstî bi pabendbûn û hevkariyê heye. di navbera hemû beşên civakê de ji bo ku her kes biqîmet be û derfet ji wan re were dayîn ku beşdarîyê di geşepêdana aborî û pêşkeftina civakî de bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî