Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Hadî El-Behra, bi amadebûna Wezîrê Darayî û Aboroyê di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de Ebdulhekîm El-Mesrî, ligel berpirsên dergehê El-Raî yê sînorî li gundewarê Helebê civiya, û bi wan re li ser xizmetên ku ji aliyê rêveberiya dergeh ve têne pêşkêşkirin û tevgera rêwiyan, veguhestina kelûpelan û xetên bazirganiyê yên transît, ji ber bandora wan a mezin li ser rewşa aborî li herêmên rizgarkirî, her weha pirsgirêk û astengiyên tên pêşiya rêveberiya derwaz û tiştê ku Hikûmeta Demkî pêşkêş kiriye û çareseriyên pirsgirêkan gotûbêj kirin.
Û li gel Serokê Hevbendiya Niştimanî di wê civînê de: Cîgirê Serok Ebdulmecîd Berekat, sekreterê desteya siyasî Ebdulbasit Ebdulletîf û endamên desteya siyasî: Behcet El-Etasî, Mihemed Qeddah, Selîm El-Xetîb, Mihemed Elî Îsa, Ebdullah Gedo, Zuhêr Mihemed, Ehmed Bekûra, Enes El-Ebdah û Ebdulehed Estifo amade bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî