Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, tekez kir ku rewş li bakurê rojavayê Sûriyê ji ber erdhejê pir dijwar e, û got ku herêm tûşî qeyranên aloz li ser asta aborî, xizmetguzarî û civakî bûye, lê erdhejê dever gihandiye qonaxeke xerab, û derengmana pêşkêşkirina alîkariyan metirsiya kirîzên mirovî yên giran çêdike.
Û Bekûra anî ziman ku tirseke mezin li bal saziyên pispor û xebatkarên sektora tenduristiyê ji belavbûna nexweşiyan di nav gel de heye, nemaze piştî tirsa tûşbûyên erdhejê xwariye û laşê wan hember nexweşiyan lawaz kiriye, û tirs heye ku keresteyên bingehîn li deverê nemînin, ji ber arastekirina her tiştê ku heye ji bo piştgiriya kesên ziyan dîtine.
Û Bekûra bal kişand ser ku tevî sebr û semaxa xelkê û pejrandina wan ji vîna Xwedê re, lê serbora dijwar û tirsnak bandorek mezin li ser rewşa derûnî ya gelekan ji wan kesên ku me dîtine hiştiye, û da zanîn ku di nav wan de zarok û jin yên herî nazik û lawaz in hember vê bobelatê.
Û Bekûra tekezî li ser pêwîstiya derketina ji qonaxa bersivdana rewşa awarte, û çûna ber bi qonaxa pilankirina ji bo nûavakirina binesaziyê û çaksazkirina xaniyên çaksazkirina wan pêkan e kir, her wiha peydakirina hewcedariyên bingehîn û vegerandina çerxa aboriya xwecihî, û peydakirina piştevaniya tenduristî ya pêwîst ji kesên ziyan dîtine re.
Û Derbarê hewildanên rijêma Esed yên ji bo bikaranîna bobelatê, endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî got ku hemû cîhan dizane ku rijêma Esed rewaya xwe ji dest daye, û serweriya wê li ser tevaya erdnîgariya Sûriyê tune ye, û dizane ku serwerî û gotina dawî li bakurê rizgarkirî ya gelê Sûriyê û saziyên wî yên azad e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî