Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekez kir ku bobelata ji encama erdheja wêranker ya herdû gelên Tirkiyê û Sûriyê di şeşê vê heyvê de tûşî wê bûne, felaketa tevaya Sûriyan e, û rewşa xemgîniyê li ser herkesî vegirtiye .
Û Elmislit got ku tiştê ku me li bal gelê xwe li deverên wêranbûyî dît, ji her salxdanê mezintir e, ji ber ku me xîret û viyaneke bilind a alîhevkirinê hest kir, û Sûrî ji her derê hatin ji bo alîkarî û piştgirî û rizgarkirina birayên xwe, û cext kir ku tiştên ku Sûriyan ji hev re pêşkêş kirine ji yên Netewên Yekbûyî dane zêdrtir in.
Û Elmislit got ku yên ji bo rizgarkirina xelkê xwe hatine, di karê xwe de cudahî nexistin di navbera xizm û biyaniyan de, û her tiştê xwe pêşkêş kirin, û Elmislit got ku kesê hewcedar alîkarî didan hewcedarin din, û yê hejar pariyê zarokên xwe pêşkêş dikir, heta jinên ku rijêma tawanbar ew bê malxo hiştibûn, zarokên xwe bi betaniyan germ dikirin, û sotemeniya sobeya xwe didan makîneyên rizgarkirinê bi hêviya ku bi karê xwe giyanekî rizgar bike.
Û Elmislit bal kişand ser ku di dema seredana meydanî de li deverên ziyandîtî, me birayekî xwe yê sûrî yê ku malbata xwe ya ji şanzde kesan pêk tê ji dest dabû dît, di roja duyemîn de li gel hevkarên xwe alîkarî ji bo rizgarkirina kesên din dikir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li Cindirêsê li gundewarê Helebê kongirekî rojnamevanî li dar xistbû, û tê de behsa pêşhatên bobelata ku hatiye serê gelên Tirkiyê û Sûriyê kir, û behsa hewlên tîmên rizgarkirinê û Berevaniya Sivîl yên ku bêwestan dixebitin ji bo rizgarkirina kesên Karin rizgar bikin.
Û Elmislit diyar kir ku xemsariyeke mezin ji aliyê saziyên navdewletî û rêxistinên wan ve heye, tiştekî ku hebûna Netewên Yekbûyî di vê bobelatê de nîşan bide tune ye, û tekez kir ku pêwîst e rêya rûbirûbûna vê bobelatê mirovî be, û neyê siyasîkirin, û daxwaza vekirina yekser ji hemû dergehan re bê bend û merc kir, û rê bidin karwanên alîkariyan da bigihên wan kesên ji ber erdheja wêranker ziyan dîtine.
Û Elmislit rexne li bêalîbûna Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê kir, yên ku karwan şandine Şamê û li deverên rijêmê geriyane, bêyî ku bigihêjin deverên bakurê Sûriyê yên rizgarkirî, û got ku kengî emê bibînin ku Netewên Yekbûyî bi bobelata sûriyan hest dibe, em dixwazin Netewên Yekbûyî li vir bin ne li Şamê bin, û bal kişand ser ku şandina alîkariyên mirovî bo deverên rijêmê ji hêla Netewên Yekbûyî ve bêyî ku bighîne kesên ziyan dîtine, bobelateke din e, û rijêma ku ev 11 sal in gelê Sûriyê dikuje, dilê wî ne bi ser gelê Sûriyê ve ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî