Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Camûs, bi wezîrê Dewletê yê Birîtanya bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Lord Tariq Elmed re civînek ji dûrve li dar xist, û pê re li ser pêdviyên pêwîst ji bo kêmkirina ziyanên bobelata erdheja wêranker, her weha hewlên rijêma Esed yên ji bo sûdewergirtina ji bobelatê ji bo biserxistina xwe gotûbêj kirin.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulehad Istêfo di civînê de amade bû.
Û Elmislit behsa rewşa mirovî li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê kir, û bal kişand ser kêmbûna mezin a alavên giran ji bo rakirina qurbaniyên di bin kavilan de, her weha pêdiviyên pizîşkî bi sedema hejmara mezin a birîndaran.
Û Elmislit nerazîbûna xwe ji paşvemana Netewên Yekbûyî di pêşkêşkirina alîkariyê ji awareyên bakurê Sûriyê re û derengketina şandina alîkariyên mirovî ji deverên ziyan dîtine re diyar kir, û tekez kir ku Netewên Yekbûyî ket bin bandora viyana Rûsya de dema rê li ber vekirina deriyên sînorî girt, û rijd bû ku dergehek tenê ji bo derbaskirina alîkariyan hebe, û şandina para herî mezin ji alîkariyên mirovî ji rijêma Esed re.
Û di heman demê de, Cîgirê Serok Abdulehed Istêfo, daxwaza piştgiriyek bilez ji kesên ziyan dîtine re li bakurê Sûriyê, û alîkariya di hêsankirina derbasbûna alîkariyên mirovî di sînoran re, da ku bigihêje kesên ziyan dîtine û hewcedariya wan bi alîkariyê heye, ji Birêtaniya kir.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, spasiya Erebistana Siûdî û Qeterê yên ku alîkariyên mirovî şandine bakurê Sûriyê yê rizgarkirî kir, û amaje bi wê yekê kir ku bobelateke mezin li bakurê Sûriyê bi taybetî li Cindirêsa devera Efrînê heye.
Û tekez kir ku pêdawîstî du taq in û hewcedarî bi piştevaniyek navdewletî ya rêkûpêk heye, ji ber sermaya dijwar û awarebûna bisedên hezaran ji milet li nav zevî û kolanan, û amaje bi wê yekê kir ku bobelata erdhejê piştî 11 salan ji bombebarankirin, koçberkirina bi darê zorê û birçîkirinê hat.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Dewletê yê Birîtanya Lord Tariq Ehmed, diyar kir ku welatê wî daxwiyaniyên rijêma Esed derbarê vekirina deriyên sînorî dişopîne, û amaje bi wê yekê kir ku divê bobelat neyê siyasîkirin, û bêtir guhdan bi rewşa mirovî bibe.
Û tekez kir ku sizayên ku li ser rijêma Esed hatine sepandin bandorê li alîkariyên mirovî nakin, û daxwiyaniyên rijêma Esed û Rusya derbarê bandora sizayan li ser rizgarkirina xelkên ziyandîtî, ne rast in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî