Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji daxwazên rêxistinên mafnasî û mirovî re kir, yên daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê dikin ku pabendîyê bi sozên xwe yên niştimanî û navdewletî bike ji bo parastina penaberên Sûriyê.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Bekûra tekezî li ser pêwîstiya parastina penaberên Sûriyê û rawestandina helmetên tundûtûjî û sorkirinê li dijî wan kir, û bang da hikûmeta Tirkiyê ku bilez bikeve tevgerê ji bo garantîkirina maf û rûmeta penaberên Sûriyê.
73 rêxistinên mafnasî, mirovahî û civaka sivîl ên Sûrî daxuyaniyeke hevbeş îmze kirin û tê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirine ku pabendiyê bi erkên xwe yên niştimanî û navdewletî bikin ji bo parastina penaberên Sûriyê û garantîkirina rûmet û mafên wan ên sereke û rawestandina tundûtûjiya li dijî wan, û jê xwestin ku pabendiyê bi prensîba dersînornekirina ber bi welatên ne aram bikin, ji ber ku raporên komîteyên lêkolînê yên serbixwe piştrast dikin ku binpêkirinên cidî ji mafên mirovan re li Sûriyê berdewam in û Sûriya ji vegera penaberan re ne ewle ye.
Rêxistinê bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku bilez bi rêşûnên parastina Sûriyan û garantîkirina mafên wan ên bingehîn û rûmeta wan rabe, û tekezî li ser pêwîstiya hevkariya civaka navdewletî bi Tirkiyê re di vî warî de kirin, ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji penaberan re û dîtina çareseriyên ji kok de ji bo kêmkirina derdeseriyên penaberan.
Rêxistinên ku ev daxuyanî îmze kirine daxwaz ji civaka bexşîneran kir ku bersiva pêdawîstiyên penaberên Sûrî yên li welatên cîran bide, û guhdar bin ku ev alîkariya diravî ya ji bo penaberan hatiye terxankirin, ji bo rêşûnên ku fişaran pê li penaberan dikin neyên bikaranîn.
Daxuyaniyê diyar kir ku piraniya xelkê Sûriyê bendewarên roja ku Sûriya ji bo vegerê ewle bibe ne, û daxwaza rawestandina helmeta li dijî Sûriyan û parastina wan li gor bendên qanûn û peymanên navneteweyî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî