Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Berevaniya Sivîl: Rêjîm û alîgirên wê di êrîşên xwe yên li dijî sivîlan li bakurê rojavayê Sûriyê de berdewam in

July 10, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Berevaniya Sivîl: Rêjîm û alîgirên wê di êrîşên xwe yên li dijî sivîlan li bakurê rojavayê Sûriyê de berdewam in

Berevaniya Sivîl a Sûriyê got ku hejmara êrîşên rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê di nîvê yekem ji sala 2024an de gihîştiye 392 êrîşan, ji encamê 38 kes şehîd bûne, 13 zarok û 6 jin di nav wan de hene, 150 kesên din ên 57 jê zarok 16 jin in birîndar bûne.

Berevaniya Sivîl di infografeke statîstîkî de derbarê êrîşên rêjîmê û hevalbendên wê li ser deverên bakurê rojavayê Sûriyê, diyar kir ku hêzên Rêjîmê û Rûsyayê 293 caran topxane, 27 caran roketavêj, 3 caran çekên şewatker û 7 êrîşên asîmanî bikar anîne.

Berevaniya Sivîl tekez kir ku di nîvê yekem ji sala 2024an de, êrîşên hêzên rêjîmê, Rûsya û hêzên ser bi wan ve li ser deverên bakurê rojavayê Sûriyê berdewam bûn, û got ku di van êrîşan de wan çekên şewatker û goşeyî, mûşekên arastekirî û balafirên bêmirov ên xwekuj, topên hawinê û êrîşên asîmanî bikar anîne.

Bergiriya Sivîl tekez kir ku van êrîşan nearamî li herêmê zêde kir û jiyana sivîlan û xebatên perwerdehî, bazirganî û çandiniyê têk birin.

Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ko berdewamiya bombebarankirina taxên niştecihan ji aliyê rêjîma Esed û alîgirên wê ve, û bikaranîna cûrbecûr çekan li dijî sivîlan, careke din xemsariya rêjîmê û alîgirên wê li hember yasayên navdewletî, peyman, biryar û mafên mirovan diyar dike, û bi zelalî sivkatiya wan bi rêxistin û dezgehên navneteweyî yên erkdar in bi cîbicîkirina biryaran nîşan dide.

Ji ber xemsariya civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî hember cîbicîkirina erkên xwe yên yasayî û mirovî yên ji bo rawestandina tawanên cengê yên  ji aliyê rêjîma Esed ve pêk tên, rêjîm rojane berdewam e di bikaranîna hovîtiyê de li dijî sivîlan ku dibe sedema kuştin û birîndarbûna berdewam, û ev yek dê bibe sedema pêleke nû ya koçberbûna bi hezarên Sûrîyan, eger bi lezgînî ev dijminkarî neyên çareserkirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Operasyonên bombebaranêTawanên Esed
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Rehma: Bombebarana Rûsyayê ji nexweşxaneya zarokan re li Kîevê tawaneke cengê ye

Rehma: Bombebarana Rûsyayê ji nexweşxaneya zarokan re li Kîevê tawaneke cengê ye

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.