Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Bekûra ji bo xurtkirina hevgirtina civakê û avakirina aştiya sivîl gelek civînan li Şamê li dar dixe

December 11, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Bekûra ji bo xurtkirina hevgirtina civakê û avakirina aştiya sivîl gelek civînan li Şamê li dar dixe

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, gelek civîn bi serkirde û berpirsên olî, civakî û dîplomasî û berpirsên hikûmeta rêjîma berê re li dar xistin, ji bo gotûbêjkirina rêyên misogerkirina beşdariya hemû Sûriyan di avakirina aştiya sivîl û bihêzkirina hevgirtina civakê li Sûriyê bi giştî û li Şamê bi taybetî.

Ew bi tîmên keşfî yên kilîsê li paytext Şamê re civiya, bi hevrêzkariya metran George Asadourian, metranê Ermenên Katolîk ê Şamê, û Monsinor George Bahi, û bi amadebûna tîmek ji rêxistina LACU.

Beşdaran rêyên aktîvkirina rola tîmên xwecihî û komîteyên pêşxistina civakê, girîngiya beşdarbûna pêkhateya Xirîstiyanan di avakirina Sûriyê de, parastina rol, cih û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê, û dagirtina valahiya di heykelê dewletê de ji hemû beşên civaka Sûriyê gotûbêj kirin.

Beşdaran bal kişandin ser girîngîya aktîvkirina rola keşafên dêrê, ku saziyên rêxistinkirî û xwedî dîrokeke dirêj in di xebata di nav civakê de.

Bekûra tekez kir ku ev qonax gelek hestiyar e, û Hevbendiya Niştimanî ji bo birêvebirina wê bi hişyarî û hûrbînî kar dike, ji bo girtina rê li ber her hewlên ku bandorê li proseya veguhêz dikin.

Her wiha Bekûra tekez kir ku serkeftin serkeftina şoreşa Sûriyê ye, û gelê Sûriyê rê nade ku destkeftên wan ji dest biçin, û got ku Hevbendiya Niştimanî her tiştê pêwîst dike ji bo misogerkirina pêkanîna armancên gel di dewleteke sivîl û demokratîk a ji hemûyan re.

Bekûra tekez kir ku pêwîstiya hemû gelê Sûriyê bi jiyaneke birûmet û aram û atmosfereke aşitiyê piştî salên dirêj ji şer heye, û diyar kir ku lihevhatina niştimanî ya berfireh li ser bingeha beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê bê cudahî di pêvajoya niştimanî ya berfireh de ava dibe, li gel bicîanîna dadwerî û hesabdîtina bi tawankaran re, û tekez kir ku ev pêngav bingeh e ji bo jinûve avakirina baweriyê di nav Sûriyan de.

Bekûra ji malpera “Huna Libnan” re amaje bi wê yekê kir ku pirojeya guhertinê projeyeke niştimanî ye, ku berjewendiya Sûriyê di ser hemû hizirên takekesî û hizbî re ye, û tekez kir ku divê hemû pêkhateyên niştimanî beşek bin ji vê pirojeyê ji bo beşdariyê di avakirina Sûriyeya nû de bikin, û gelê Sûriyê nahêle ti kes xewna wî ya azadiyê asteng bike.

Bekûra amaje bi wê yekê kir ku ezmûna Sûriyê piştî rizgarkirina Helebê, çesipand ku jiyana asayî bi parastina mafên hemû pêkhateyan berdewam dike û got: “Em alîgirên aştî û avakirinê ne cudakirin û dûrxistinê ne, ji ber ku hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên gelê Sûriyê beşeke bingehîn a tevna welat in, û rola xwe di şoreşê de lîstine, wê di paşeroja Sûriyê de jî vê rola xwe bidomînin.”

Bekûra da zanîn ku ” tu nîşaneyên tundrewiyê li Sûriyeya niha nînin, ji ber ku Sûriye ber bi avakirina dewleteke azad a li ser bingehên demokrasiyê diçe”, û bal kişand ku “gel ji niha ve dest bi ramana li ser hilbijartinan û bijartina nûnerên xwe kiriye, û ev yek nîşana hişmendiya bilind û îradeya gel a ji bo guhertinê ye.”

Bekûra tekez kir ku “Tiştê ku gel naxwaze li ser nayê ferzkirin, şêwazê hikûmetê tenê biryara gel e û ti alî wê nikaribe nêrîna xwe bi zorê ferz bike, Sûriye bi dîroka xwe ya dewlemend û cihêrengiya olî û etnîkî, vê cihêrengiyê çavkaniya hêz û dewlemendiya şaristanî dibîne.”

Bekûra tekez kir ku gelê Sûriyê yek ji rejîmên herî zordar di dîrokê de ji holê rakir, û dê rê nedin dubarekirina stemeke nû û qurbaniyên xwe jibîr nake, û got ku gelê Sûriyê bi hişyariyeke mezin qonaxa niha dişopîne û bi giringiya qonaxa piştî rûxana rejîmê û berî avakirina dewleta nû dizane.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share14TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Qeter pireke asmanî ber bi Sûriyê ve dixebitîne û Hevbendiya Niştimanî spasiya wê dike

Qeter pireke asmanî ber bi Sûriyê ve dixebitîne û Hevbendiya Niştimanî spasiya wê dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.