Hevrêzkarê Desteya Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdul Ehed Stêfo, spasiya dewleta Qeterê kir li ser helwestên wê yên rûmetdar ên berdewam li hember gelê Sûriyê, bi taybetî di vê qonaxa krîtîk û hestiyar de, ku ya herî dawî kartêkerkirina pireke asmanî ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bû.
Stêfo di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku îro pêwîstiya Sûriyê bi piştevaniya birayên wê yên Ereb heye ji bo peydakirina aramiyê, çi bi rêya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û hawarçûnê be, yan jî bi piştgiriya temamkirina qonaxa veguhêz a siyasî be, bi rêya avakirina desteya rêveberiya veguhêz a ku hemû Gelê Sûriyê ji hemû mezheb, nijad û olan tê de beşdar dibin.
Duh, Sêşemê, dewleta Qeterê pireke asmanî ya ku alîkariyên mirovî bo Sûriyê vediguhêze aktîv kir, û gihiştina yekem firokeyê bo eyaleta Gaziantepê li başûrê Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê ragihand.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê de, ku giheştina yekem balafira hêzên çekdar ên Qeterê, bi bicîanîna temîniyên Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî , wek beşekî ji pireke asîmanî ya ji bo hewarçûna birayên xwe yên li Sûriyê hat ragihandin.
Daxuyaniyê diyar kir ku balafira ku gihaştiye “xwarin û pêdiviyên pizîşkî û pêdawîstiyên bicîbûnê tê de hene, ku ji aliyê Sindoqa Qeterê ya Geşepêdanê ve di çarçoveya helwesta dewleta Qeterê de hatine pêşkêşkirin ji bo piştgiriya Sûriyê û berdewamiya rawestana li rex gelê Sûriyê.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî