Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Bekûra: Şiroveyekê derbarê hewldanên “Grandi” dide û berdewamiya serkutkirina rejîma Esed ji kesên ku ji Libnanê vedigerin re piştrast dike

October 10, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Bekûra: Şiroveyekê derbarê hewldanên "Grandi" dide û berdewamiya serkutkirina rejîma Esed ji kesên ku ji Libnanê vedigerin re piştrast dike

Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, berdewamiya hewildanên Karspartiyê Bilind yê Penaberan di Netewên Yekgirtî de “Filippo Grandi” bo baştirkirina şert û mercên mirovî yên Sûriyên ku ji Libnanê vedigerin tevî kêşeyên giran û metirsiyên tevlihev ên girêdayî vê dosyayê, bilind nirxand, û amaje bi wê yekê kir ku pabendbûna UNHCR bi parastina mafên penaberan û dabînkirina ewlehiya wan bingeha xebata mirovî ye, û cihê bilindnirxandin û rêzgirtinê ye.

Bekûra got ku pêwîst e tekezî li ser wê yekê bê kirin ku rêjîma Esed sedema sereke ya qeyranên ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe ye, bi taybet ku kirîza penaberan û binpêkirinên giran ên rêjîmê li dijî sivîlan bûne sedem ku bi milyonan kes birevin ji bo peydakirina ewlehiyê. Û ji ber vê yekê jî tevlîkirina rêjîmê yan xwespartina wê Ji bo vegerandina penaberan berovajî rastiyên li ser erdê ye, ji ber ku rêjîm berdewam e di heman şêwazên zordarî yên ku bûne sedema sereke ya koçberkirina wan.

Bekûra bal kişand ser wê yekê ku rêjeyeke berçav ji Sûrîyên ku ji Libnanê vedigerin ne koçberên aborî ne, lê ew penaberin ku neçar mane li ser vegerê ji ber şer û zêdebûna aloziyan li Libnanê. Û diyar kir ku “Ev kesên vedigerin rastî metirsiyên wek girtin, leşkerkirina bi darê zorê yan jî gazîkirina asayîşê tên. Ew di bin fişarê de, ne bi dilxwazî ​​vedigerin. Piştî vegera wan, gelek ji wan şert û mercên jiyanê yên dijwar dijîn, rojên xwe di tirsa tepeserkirinê de derbas dikin, an jî hewl didin ku dîsa ji deverên di bin kontrola rejîmê de birevin û li ewlehiyê bigerin, û rêxistinên mafên mirovan vê dawiyê girtina hejmarek ji kesên vegeriyayî û girtina ciwanan ji bo xizmeta leşkerîya neçar, ji bilî gazîkirina çend caran ji bo serlêdana dezgehên ewlekariyê, ku ev yek jî nîgeraniya li ser ewlehiya wan zêde dike, belge kiriye.”

Bekûra anî ziman ku rêjîmê, tevî ragihandina amadebûna xwe ji bo hevkariyê, gelek ji hejmûn û kontrola xwe li ser dezgehên ewlekarî û leşkerî û herwiha li ser milîs û hêzên hevalbendên xwe ji dest daye. Wî diyar kir ku li gor rewşa tevlîheviya navxweyî ne pêkan e ku rêjîm karibe garantiyên ku dide bi cih bîne, ji ber ku lîderên ewlekarî û leşkerî, çi Sûrî be çi biyanî, serbixwe û li derveyî çarçoveya kontrola wê ya rasterast tevdigerin, ev jî metirsiyê zêde dike ku kesên vedigerin rastî binpêkirin an jî girtinên keyfî werin. Wî bal kişand ser ku lawaziya Beşar Esed di kontrolkirina milîsan de şiyana wê ya cîbicîkirina sozên girêdayî ewlehiya kesên vegeryayî û peydakirina parastinê ji wan re lawaz dike.

Bekûra nûçeyên vê dawiyê di bîr anîn ku hêzên Rêjîma Esed 2 xort li bajarokê Buqirs li gundewarê rojhilatê Dêrezorê bo leşkeriya neçarî girtine, bêyî berçavgirtina rewşa dijwar ya ku her du xort û malbatên wan tê re derbas bûne di encama vegera di bin bomberdûmanê de. Li Siwêydayê jî Rêjîmê 4 xort di du bûyerên cuda di vê heyva cotmeha de girtine, dema ku ji Libnanê ber bi xaka Sûriyê de direviyan.

Bekûra tekezî li ser giringiya ku her hewlên navdewletî ji bo piştgirîkirina Sûriyên ku ji neçarî ji ber şer û neparastina civaka navdewletî ji wan re vedigerin, garantiyên qanûnî û mirovî yên rastîn ji wan re hebin ku wan ji girtinên keyfî, leşkerkirina bi darê zorê biparêzin.

Bekûra di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bi hemû dijwariyên mezin ên li pêşiya Grandî û tîma wî di cîbicîkirina erkên mirovî de dizanin û em di wê baweriyê de ne ku berdewamiya hevkariyê di navbera Komîseriya Bilind û civaka navdewletî de ji bo bidestxistina encamên mirovî yên berdewam û dadane pêwîst e. Em bawer in ku pabendbûna wan a bi hêz ji bo parastina mafên mirov û penaberan dê di her pêngavê de hebe. Her wiha em tekez dikin ku çareseriya siyasî ya berfireh li gorî biryara Encumena Ewlekariyê jimare 2254 û veguheztina siyasî rêya tekane ye ji bo bidawîkirina hemû qeyranên li welat û misogerkirina vegera Sûriyan bo warên wan bi awayekî rûmetdar û ewle.”

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Civîneke şêwirdarî ya Hevbendiyê ligel partî û şepêlên siyasî ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên herêmê

Civîneke şêwirdarî ya Hevbendiyê ligel partî û şepêlên siyasî ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên herêmê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.