Tora Sûrî ya Mafê Mirovan di raporta xwe ya rolane ya îro înê belav kiriye de, binçavkirina 209 kesan bi kêmanî bi awayekî ne yasayî li Sûriyê di meha tîrmehê de belgeh kiriye, 14 zarok û 3 jin di nav wan de hene, û bal kişand ser ku rijêma Esed 17 kesên bi zorê ji Libnanê hatine vegerandin girtine.
Torê diyar kir ku rewşa 157 kesan ji hejmara giştî bûye windakirina kotekî, 106 ji wan li ser destê hêzên rêjîmê ne, zarokek û du jin di nav wan de hene, 32 ji wan li ser destê Heyet Tehrîr el-Şam bûn, û 43 kesên ku 13 ji wan zarok in bi destê milîsên PYD yên terrorist hatine girtin.
Rapora torê girtinên kotekî di tîrmehê de li gor parêzgehan dabeş kirine, û analîza daneyan nîşan da ku hejmara herî zêde ya dozên girtina kotekî li parêzgeha Helebê bû, li dûv wê gundewarê Şamê, piştre Idlib, li pey wê Hums, piştre jî Dêra Zorê û Şam, paşê Hisiça.
Raporê amaje bi belgekirina girtina penaberên ku bi darê zorê ji Libnanê di riya derwazazê sînorî yê Mesne’a re hatibûn vegerandin kir, piştî ku artêşa Libnanî êrîş û kampanyayên girtinê li dijî penaberên Sûrî yên li Libnanê pêk anîn û ew dersînorî Sûriyê kirin û piraniya wan birin navendên ewlekarî û leşkerîyê li parêzgeha Hums û Şamê.
Raporê diyar kir ku hêzên rêjîmê operesyonên girtinê yên berfereh li gundewarê Şam û Hemayê pêk anîne, bi behaneya neçûna xizmeta leşkerî ya mecbûrî û ya yedek, û piraniya wan di çarçoveya êrîşên girseyî û kampaniyên girtinê de û li ser xalên pişkinînê pêk hatine, û kesên ku rewşa xwe ya ewlekarî serrast kiribûn li deverên ku berê lihevhatin bi rêjêmê re imza kiribûn di nav wan de hene, û piraniya van girtinan bi mebesta keysjêanîna aborî dijî malbatên girtiyan ji aliyê şaxên ewlekariyê ve hatine pêkanîn .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî