Tora Sûrî ya Mafên Mirov di raporta xwe ya îro pêncşemê de, kuştina 65 sivîlan li Sûriyê di tîrmeha bûrî de belge kir, 23 zarok û 3 jin û 6 kesên bi sedema îşkenceyê miribûn di nav wan de hebûn.
Toreyê bal kişand ser ko Rêjîma Esed di heyva bûrî de 8 sivîl kuştine, 2 zarok di nav wan de hebûn, her weha Heyet Tehrîr el-Şam 2 sivîl, û çekdarên PYDê yên terorîst 4 sivîl kuştine, 2 zarok û jinek di nav wan de hebûn, û zarokek li ser destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat kuştin û 50 sivîlên ku 18 zarok û 2 jin di nav wan de hebûn li ser destê aliyin din hatine kuştin, 12 ji wan zarok in, li ser destê milîsên Hizbullah a terorîst hatine kuştin.
Rapora toreyê amaje bi wê yekê kir ku roja şemiyê 27ê tîrmehê, demjimêr 6:20, êrîşeke bi mûşekan dijî qada futbolê ya şaredariya gundê Mejdel Şems li Colana Sûriyê ya dagirkirî pêk hatiye û bûye sedema komkujiyekê. Toreyê kuştina 12 zarokan belgeh kir, 4 keç û 8 law bûn, her weha nêzîkî 36 kesan birîndar bûne, û ziyanên madî yên mezin gihiştine deverê.
Torê diyar kir ku rêjeya qurbaniyan li parêzgeha Deraa 31% ji hejmara giştî ya qurbaniyan di meha tîrmehê de hatiye belgekirin, ku ev rêjeya herî bilind e di nav parêzgehan de. Di heman demê de 18 qurbanî li ser destê aliyin din hatine kuştin. Pişt re yên Colana dagirkirî bi rêjeya ji sedî 18, di pey re parêzgeha Helebê hat bi rêjeya ji sedî 15 ji tevahîya qurbaniyan.
Raporê kuştina 6 kesan di bin îşkenceyê de di tîrmehê de belge kir, 4 ji wan li ser destê hêzên rêjîmê, 2 li ser destê Heyet Tehrîr el-Şam, û kuştina kadroyekî bijîşkî di tîrmehê de li ser destên aliyin din.
Her wiha di tîrmeha 2024an de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan herî kêm 8 bûyerên êrîşan li ser navendên girîng ên sivîl tomar kirin ku 5 ji wan di destê hêzên rejîmê de bûn.
Li gorî raporê, belgeyên ku hatine berhevkirin diyar dikin ku hin êrîş li dijî sivîlan û rûsipiyên sivîl hatine kirin, û bombebarankirina bêserûber bûye sedema wêrankirina navend û avahiyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî