Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, diyar kir ku wê kuştina 30,228 zarokan li Sûriyê ji adara 2011an ve belge kiriye, di nav wan de 199 ji encama îşkenceyê, her weha herî kêm 5,263 kesên ku hîn bi kotekî binçavkirî an jî windakiriyên bi darê zorê ne belge kirine.
Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokên Bêguneh ên Qurbaniyên Dijminkariyê, torê tekez kir ku rêjîma Esed xirabtirîn şêweyên dijminkariyê li dijî zarokan li Sûriyê pêk tîne, û erêkirina Peymana Mafên Zarokan a sala 1993an ji aliyê Sûriyê ve nikarîbû bibe asteng li pêşiya tawanên rijêmê.
Toreyê diyar kir ku rêjîmê 23,045 zarok (12,967 kur û 10,078 keç) kuştine, di heman demê de hêzên Rûsî 2,055 zarok (1,429 kur û 626 keç) kuştine.
Toreyê herwiha kuştina zarokan li ser destê van aliyan belge kiriye: 958 zarokan (565 kur, 394 keç) li ser destê DAIŞê, 76 zarokan (69 kur, 7 keç) li ser destê Heyet Tehrîr el-Şam, 269 zarokan (165 kur, 104 keç) li ser destê çekdarên PYDê yên terorîst, 935 zarokan li ser destê hêzên hevpeymaniya navdewletî .
Torê diyar kir ku herî kêm 5,263 zarok hîn li Sûriyê girtî ne yan bi zorê hatine windakirin, ji nav wan 3,698 di destê hêzên rejîmê de ne, 319 di destê DAIŞ de, 47 di destê Heyet Tehrîr el-Şam, û 834 di destê milîsên PYDê yên terrorist de ne.
Toreyê diyar kir ku herî kêm 199 zarok ji Adara 2011an ve bi sedema îşkenceyê mirine, 190 li ser destê hêzên rêjîmê, zarokek li ser destê DAIŞê, 2 li ser destê Heyet Tehrîr el-Şam û 2 li ser destê Milîsên PYD.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya “Roja Navdewletî ya Zarokên Bêsûc ên Qurbaniyên Dijminkariyê”, tekezî li ser mafê zarokên Sûriyê û hemu zarokên cîhanê di jiyanek ewle û aram de kir.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku hejmara qurbaniyên zarok li Sûriyê ji deh hezaran derbas bûye di encama êrîşên rêjîma Esed di heyama sêzdeh salan de, ku tê de zarokên Sûriyê rastî gelek êş û azaran hatine di encama kuştin, girtin, koçberkirin û û bêparbûna ji kêmtirîn mafên xwe yên jiyanê, perwerde, tenduristî, xwarin û hebûna cihekî hêwirînê.
Hevbendiya Niştimanî sedema berdewamiya bobelata gelê Sûriyê û bi taybetî zarokên wê vegerand lawazbûna alîkariya mirovî û negihandina pêdawîstiyan ji bo kêmkirina encamên zêdetir ji deh salan ji barên kirîzên mirovî, û dît ku rewşa ku kambax bûye Ji ber astengkirina rejîma Esed ji pêvajoya siyasî û gihiştina çareseriyeke siyasî re ye.