Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdullah Kado, tekez kir ko Rêjîma Esed rêbaz û kiryarên xwe yên dijî miletê Sûrî neguhertine, û di tawankariyên xwe yên li dijî sivîlan de berdewam e, û civaka navdewletî çavê xwe jê digre. Û binçavkirina du jin û du zarokan li bajarokê Kanaker li gundewarê Şamê ji bo xizmên wan xwe radest bikin bi tundî şermezar kir.
Gedo di daxuyaniyeke rojnamevanî de, tekez kir ku ev tawanên hovane tên pêkanîn di dema ku gelek welat û rêxistinên navdewletî hewil didin ku sûriyan bigînin wê baweriyê ku rêjîma Esed kar ji bo dabînkirina jîngeheke ewle dike da rê bide penaberên sûrî ku vegerin welatê xwe.
Gedo amaje bi wê yekê kir ku biryarên şaş ên civaka navdewletî yên di heyama 13 salan de derbarê Sûriyê hatine standin, hejmareke kirîzên navdewletî ji cîhanê re peyda kirin û bobelatên mirovî li Sûriyê dirêj kirin.
Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, raporek belav kir, tê de girtina hêzên Esed ji du jin û du zarokan re ji xelkê bajarokê Kenakir, dema ku ew li navendeke pizîşkî li devera Berzê li Şama paytext dihatin dermankirin, tomar kiriye.
Toreyê piştrast kir ku wan zanyarî bi dest xistine, diyar dikin ku operasyona girtina wan ji bo birina wan wek rehîne ye, da yek ji xizmên wan xwe radestî şaxên ewlekariyê bike.
Torê diyar kir ku wê gelek rewşên girtina xizmên kesên ku ji aliyê rêjîma Esed ve xwestî ne tomar kirine, û anî ziman ku piraniya caran rêjîm kesên herî lawaz di nav endamên malbatê de dike armanc, wek jin û zarokan, ne ji bo agahîyan ji wan bistîne, lê belê ji bo tolhildanê û sepandina fişaran li ser kesên ku dixwazin xwe radest bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî