Desteya Jinên Sûrî, bi hevkariya Yekîneya Piştgiriya Seqamgiriyê, di rojên În û Şemiyê de li bajarê Rihayê yê Tirkiyê, civînên kar li dar dixe, di çarçoveya xebatên Desteya Jinên Sûrî de ji bo berfirehkirina beşdariya jinên Sûrî di karûbarên giştî û karên siyasî de.
Hevrêzkarên Tora Sendîka û Federasyonan, Komîteya Cezîre û Firatê, Tora Yasayî, Tora Penaber û Derbideran û Tora Rêxistinên Civaka Sivîl ên girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dê beşdarî civînê bibin.
Di civînê de kurte- şiroveyeke siyasî li ser pêşhatên dawî yên dosyaya Sûriyê heye, piştre dê gotarek li ser kar û destkeftên torê were pêşkêşkirin, û piştre dê gotûbêjeke vekirî li dar bikeve ji bo gihiştina pêşniyaran ji bo aktîvkirina rola jinên Sûrî di karûbarên giştî de bi rêya beşdariya wê di torên Hevbendiyê de û zêdekirina beşdariya wê di pêvajoyên biryardanê di nava Hevbendiyê û torên wê û pêvajoya siyasî bi giştî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî