Navenda Jinên Xota ya rahênan û pêşxistinê ya ser bi Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ve, pertûxaneyeka hemereng li Dûma ya Xûta rojhilata Şamê vekir, û Mihemed Elwezîr rêveberê Nivîsîngehên Hevbendiyê, di salixa vî pirojeyî de weha got:”Ev piroje hat ji ber baweriya me bi giringiya bilindkirina astê rewşenbîriya jinê, ji ber bandora wê ya mezin li ser sazkirina hêmanên serekî yên pêkanîna Civaka Sûrî, û wek van pirojeyan alavên giring in bo rûbirûbûna nezaniyê ya rêjîma Esed a stemkar li ser navçeyên dorpêçkirî yên daxwaza avakirina dewlata yasa û azadiyê dikin disepîne “. Hêjaye gotinê ku pertûkxane ji gelek pertûkên hemereng pêk tê, pertûkên fêrkirin û astbilindkirinê û yên wêjeyî û ji hin jêderên zanistî di gelek mijarên ciyawaz de, û têde nêzîkî 400 navûnîşanên pertûkan hene, ku ev pertûk hatinbûn rêzbendkirin û fehrestkirin û rêkûpêkirin jibo hasanîkirina karê amar û serjimêriyê ji lêkolîner re û herwiha hasanîkirina karê karmendên pertûkxaneyê jî, û tişta balkêş ku gelek jin û xelkên Xota pertûkên xwe yên taybet bexşîn û diyarî dan , ji bo sûdeya tevaya jinên Xûta yên dorpêçkirî ji aliyê hêzên Esed ve ji wan pertûkên zanistî û rewşenbîrî hebe “.
Jêder: Hevbendî