Hevrêzkarê Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Yehya Mektebî, rapora Revendan ya derbarê xebatên du heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya Xola 65emîn pêşkêş kir, û têde çalakî û karê şopandina karûbarê Revendên Sûrî li curbecur welatên penaberiyê berçav kir.
Û bal kişand ser ku Ofîsa Revendan di dema dawîn de ji pêwendiyên li gel Revenda Sûrî li Danîmarkê giringî da şopandina biryarên Hikûmeta Danîmarkî derbarê koçberkirina hejmarek ji malbatên sûrî li wê derê, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî yadname ji Netewên Yekbûyî û saziyên wê re şandin, û pêwendî li gel nûnergehên Hevbendiyê li dewletên Ewropî lidar xistin, ji bo ku li gel hikûmetên dewletên ku têde kar dikin bilivin, daku fişarê li Danîmarkê bikin, da ji biryara xwe dagere.
Û bal kişand ser ku girûpek karê hevbeş ji Hevbendiyê û Encûmena Revendên Sûrî li Danîmarkê hate avakirin, daku pirsgirêkên penaberên sûrî di dema biryarên Rêvebiriya Koçberiya Danîmarkê ya girêdayî bidawîanîna daxwzên niştecîbûnê bişopînin.
Û Mektebî li ser civatên ku Ofîsa Revendên Sûrî li curbecur welatên penaberiyê li dar xistine axivî, yên ku têde giringî dane retkirina şanoya hilbijartinên pêkenokî yên ku rijêma Esed dixwaze di dema dahatî de pê rab.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî