Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilmejîd Berekat, raporeke hûrbîn li ser karê ofîsê di dema bûrî de pêşkêş kir, û têde li ser serkeftinên ku Komîteya Olompî pêkanîne û li ser dijwariyên ku rastî karê sendîkeyan hatine û rewşa karê wan li deverên rizgarkirî axivî.
Û Berekat diyar kir ku ofîsê hejmarek ji hevdîtin û pêwendiyan li gel çalakiyên şoreşgerî û kombendan û yekîtiyên ciwanan lidar xistin, û tekezî li ser giringiya xurtkirina pêwendiyan li gel tevayan û piştgiriya rola wan di şoreşa sûrî de kir, her weha karkirina ji bo dîtina şêweyekî ji bo destûrdana karê kombend û yekîtiyan.
Û Berekat bal kişand ser ku ofîs li gel Yekîtiya Şoreşgerên Helebê civiya, û li ser girêdana Ofîsa Werzişî Yaku Yekîtî avakiriye bi Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî re bo hevrêzkirina karê werzişî lihev kirin, û bi kombenda ciwanên sûrî yên şoreşger re li ser hevrêzkarî û hevkariyê lihev kirin, û Berekat çalakiyên Komîteya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî û xol û qehremaniyên ku pê rabûye û têde beşdarî kiriye û rewşa Yekîtiyên Werzişî yên girêdayî Komîteyê berçav kirin.
Û Berekat di rapora xwe de tekez kir ku Komîte karê ji bo amadekirina kadiran û avakirina werzişî ya rasteqîn û pispor li deverên rizgarkirî berdewam dike, daku hêviyên werzişên sûrî pêk bîne, û rengê fermî bide karê wan, û bal kişand ser ku werziş nêzîkbûna civakî û aştiyê di nav xelkê de pêk tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî