Hevrêzkarê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş, Ehmed Bekora, li baregehê Hevbendiya Niştimanî li Enqerê pêşwaziya birêz ,Serdar Dal, Rêvebirê Tevlêbûna Civkî û Pêwendiyan di Rêvebiriya Koçberiyê li Bajarê Stanbolê kir, û Rêvebira Pêwendiyan di Komîteyê de Înas Elnejar amade bû.
Û Bekora li gel Rêvebirê Tevlêbûna Civakî li Stanbolê behsa giringtirîn pirsgirêk û astengîyên rastî sûriyan li îyaleta Stanbolê tên kir, û di pêşî de mijara destnîşankirina roja sardana Beşê Biyaniyan di Rêvebiriya Koçberan de ji bo nûjenkirina agahiyên nasnameyê(kimlîkê).
Û birêz Serdar Dal tekez kir ku di heyva hezêrana dahatî de dê xebat li ser sîstema nû were kirin, û hemû pirsgirêk û astengî yên derbarê nasnameyan de rastî sûriyan tên û nemaze mijara destnîşankirina roja sardana Rêveberiya Koçberiyê bidawî bibin, û got ku wan pirsgirêka formên bicîbûnê yên turistî yên ku di navbera du hefteyan de dertên bi dawî kirin.
Û derbarê pilana tevlêbûna civakî ya ku Rêvebiriya Koçberiyê pesend kiriye, Birêz Serdar li ser çalakiyên xwe yên derbarê tevlêbûna civakî axivî, û got ku ew bi rengekî domdar serdana deverên ku sûrî lê bûne niştecî dikin, daku rewş û pêdviyên jiyana wan binasin, û got ku wî serdana hejmarek ji malbatên sûrî kiriye, û bi wan re di xwarina danê fitarê di heyva remezanê de beşdar bûye.
Û li ser pirojeya nû yaku Rêvebiriya Koçberiyê li gel şaredariya Stanbolê dê pê ribe, û dê pêşangehekê derbarê derdeseriyên gelê sûrî di deh salên bûrî de lidar bixe, û li ser danasîna civaka tirkî bi wan derdeseriyan axivî.
Tê zanîn ku bi awayekî berdewam Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş li gel aliyê tirkî derbarê rewşa sûriyan li tirkiyê û rêyên çakkirina rewşên wan û dîtina çareyan bo tevaya pirsgirêkên wan gengeşe dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî