Bi sedema armanckirina bajarê Idlibê ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve bi şeş bermîlên teqîner ku bêhtir ji 43 kesan ji xelkên gundewar û bajarê Idlibê rastî bihinçikandinê bûn, ku di çar ji wan bermîlan de gazên jehrdar hebûn, û ligor agahiyên çalakvanan ku ew bermîl li çargoşeya ewlekariyê û li navçeya Elmihrab û li navrasta bajêr, û li bajarokê Eltemani’aa, û li rûberê bajarokê Kefir Neced ketin.
Di daxuyaniyekê de cêgira serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Xadirî got ku Êrîşên firokên rêjîmê yên şeva duhî li dijî navçe û gundewarê Idlibê hevdem digel lidarxistina endamên Encûmena Asayîşê civîna guhdarîkirinê li dîdevaniya derbarê bikaranîna rêjîma Esed ji gazên jerhirdar re di heyva adara bûrî de li dijî Sermîna gundewarê Idlibê, ku ev êrîş helwesta rêjîma Esed û herwiha sivikatiya wê bi van civînan dide eşkerekirin.
Herwiha Xadirî got ku ” Xuyaye ku berdewamiya rêjîma Esed li ser encamdana tawanan û wêrekiya wê li ser tawankariyan hevdem digel nekarîna Encûmena Asayîşa Navdewletî carek din bi standina rêşûn û encamên rasteqîn, û ev dibe hokarê gurkirina rêjîma Esed û berdewamiya wê li ser kiryarên kuştinê û binpêkirin û sivikatî bi biryarên navdewletî”.
Cêgira Serok balkişand ku li hember tawana îro û herwiha li hember tevaya tawanên rêjîma Esed ” pêwîst e Civaka Navdewletî qedexekirina esmanî anku dijfirînê bisepîne li ser rêjîmê û herwiha hebûna navçeyên tenah misoger bike bo parastina Sivîlan di Sûriya de”.
Jêder:Hevbendî