Hevbendiya Niştimanî Sûrî xweşhaliya xwe bi Qehremanên Serxwebûna yekem ya berî 69salan û xweşhaliya xwe bi qehremanên dilêr yên serxwebûna duyem ji rêjîma Esed û dagîrkerên Îranê da.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de îro tekez kir ko “Şoreşa Sûriyê ya hêja rûyê Yasaya Navdewletî û wateya durist ji Sistema Cîhanî ya heyî re aşkera kir.”
Her wiha Hevbendiyê doz li Gelên Cîhanê û Rêkxistinên Sivîl û mafnasiyê kir ko” tevbigerin da ewê nedurisitiyê di Rêkxistina Navdewletî de serast bikin, ji ber ku encamên helwesta Civaka Navdewletî li ser miletê Sûrî û Herêmê û Cîhanê bobelat bû..”
Her wiha doza çareseriya Sivîl kir ji bo pêkanîna dimuqratiyê û piştgiriya wê li Sûriyê. Çimkî bi dehan aliyên ko piştgiriya tiroristiyê dikin hene û yên Herêmî û Navdewletî yên ko piştgiriya Esed jî dikin hene, beraber wê Civaka Navdewletî li himber bijarteya gelê sûriyê yê ko doza dîmuqratiyê dike bêçare dimîne.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de ji Gelê Sûriyê xwest “ Îro û tev di çaxekî pir aloz re em derbas dibin, lê her bijarteya me ya tenê sûrbûna me li ser Mafê ko ji bo wî û bi navê wî em derketine. Û hêjatirîn dilsozî ew e ko em ji Şehîdên Serxwebûn û Azadiyê re pêşkêş dikin.
Ewê hingê wê ji mafê me be ko em bi hemû helkeft û cejnan de ahengan lidar bixin û milbimil bin ji bo Welatê xwe ji nû ve ava bikin”.
Jêder: Hevbendî